Kine Em Lyrics & Chords By Şivan Perwer
Kîne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
sores û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn,
Agir giha qepsûn
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kûstin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê astîxwaz.
Em xwes mirov in,
Ne hirç û hov in
Lê çibkim bê ser
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest,
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest.
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kurdê serhisk û hesin,
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in Mad û Gos,
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahsê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar,
Bûne olperest,
Bûne pasverû, bi tizbî û xist
Ta ku dijmin sikand li me ser û pist
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîsan
Ket e bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipisiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Nistimanperweran diwelidîne
Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî
siyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek sêr
Serê xwe hildin
Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û sêrgoh û Deysem.
Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em dest dirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
Ne xwînxwar in em, astîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in herdem
Em ser naxwazin,
Divên wekhevî,
Em pas ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi sêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li pas xwe nanêrî
Kine em…
Gelo bavêm çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîs bikin û bigrin
Histu biskînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?